Dîrok û Jiyana Rêwîtiya Nedîyar Yan Jî Ji Bakur Ber Bi Başurve-3
Dizi Yazı / 18 Aralık 2010 Cumartesi Saat 13:16
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Piştî ku gelê penaber çuyina Geliyê Qiyametê qebul kir, di diroka 03/11/1994`an komek ji gelê penaber ji Bêsivê ber bi geliyê qiyametê ve ketin rê.

Cudakirina Gelê Penaber Jiyanbûna Li Du Wargehên Cûda

Piştî ku gelê penaber çuyina Geliyê Qiyametê qebul kir, di diroka 03/11/1994`an komek ji  gelê penaber ji Bêsivê ber bi geliyê qiyametê ve ketin rê. Lê disa jî ji bo vî gelê penaber û berxwedêr ji hevdu cuda bikin, komek ji me li Besivê bicih kirin. Ew ji bi hênceta li geliyê qiyametê cih ne maye nişanî me dida. Dîsa ji, mîna ambargo li ser me bikaranîn. Li di jî van êrişan tevan hem koma Bêsivê û hem ji ya geliyê qiyametê berxwedaneki bê hempa hate meşandin. Di zivistaneki dijwar de bê kû derfetê wan hebe ji bi îradeyeki mezin berxwedaniya xwe berdewam kirin. Piştî  van êrîşan tevan ji koma me ya li bêsivê mayi di meha 1 ya sala 1995`an hatina Etroşê pejirandin. Em mina dû wargehan ji hevdû hatin cudakirin.
 Lê dîsa her çendi em ji hevdu cûda kirin ji, lê di fikir û rihde em li gel hevdû bun. Lê weke her wargehêndin ji yên kû em lê mayin, ji bo em ji çand û zimanê xwe paşde neminin, tişta heri ji bo me bi wate sazkirina dibistanan bû. Me li van herdu wargehan jî dîsa dest ji perwerdeya xwe berneda û cardin dest bi avakirina dibistanên xwe kirin. Her çiqas derfetên me tunebûn jî dîsa me dest ji perwerdeya xwe berneda .Mezeyên me yên runiştinê kevir, dibistanên me kolik, sernivîsên me kartonên cuda cuda  bûn. Me bi vî awayî xwendina xwe berdewam kir. Heya dîroka 11/02/1995`an dibistanên me ji aliye NY ve bi awayekî Fermi bi tevlîbuna waliyê Dihokê dibistanên me hatin pejirandin û derfetên nû yên ji bo xwendinê çêbun.
 Lê piştî ku hinek derfetên me yên jiyanî çêbûn dewleta hov û barbar êrîş û zextên xwe yên dijwar hîn zêdetir kirin. Bı serdeçuyina PDK`ê ji bo me zorî derxistin. PDK`ê ji bo me gelek zorî çêkirin û ji wargehê derketin ji bo me hat qedexe kirin. Li diji vê bê huquqiyê di diroka 14/07.1995`an de gelê penaber liser rêya Akrê û Dihokê dest avêtin rojiya birçîbunê . Em mina xwendekar her roj piştgirîdayina vê çalakiyê bi merşa (sirûda) “Herne Pêş, herne Pêş” qada mitingê rengîn dikir. Heya êvarî em li qada çalakiyê diman . Ji bo em xwendekar ji qada çalakiyê vegerin wargehê bi merşa “were were Kurdo were li welatê xwe vegere”me berê xwe dida çuyina wargehê. Ev çalakiya birçibûnê 15 rojan berdewam kir.

Di van mercên zor û zehmet tevan de jî ji bo bi rêvebirina wargehê , cara yekemin hilbijartina Meclisê hat çekirin. Ev hilbijartin di dîroka 25/08/1995`an de çêbu û 32 nûnerên me hatin hilbijartin. Ji bo van sazbûna me dewleta Tirk harbû mîna gureki dirinde lê hat û xwe li vê sazibûna me ranegirt û dest avêt hewldanên hovane.

Dema ku 26/08/1995`an de di navbera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û PDK`ê de şer derket. PDK`ê bi alîkariya TC ambargo li ser me danî û NY jî alikariya xwe ji me qut kirin û ambargoyek ne asayi li ser wargehan hat meşandin. Divê ambargoyêde me gelek zor û zehmatî ditin. Yek ji van zoriyan dema PDK`ê di diroka 12/09/1995`an êrişeki çekdari li ser wargehê kir û du şivanên me yên bi navê Cangir Nêrwehi û Mehmut Nêrwehi jiyana xwe ji dest dan û sewalên wan jî dest serdanîn. Ev ne bu êrîşa dawi ji... Hema piştî wê bi rojekê PDK`ê bi çekan êrişî wargeha geliyê Qiyametê kirin. Di encama vê êrişê de du kesên binavê Yunus şiwêdi û Osman Ehmed jiyana xwe ji dest dan û du kes jî xistin binçava.
Ji bo li di jî derketina li van êrişan bi armanca piştgirîdayinê, ji wargeha Etroşê ber bi geliyê Qiyametê ve meşek hat li darxistin. Ev meşa bi wate di 13/09/1995`an de hat lidarxistin. Lê hêzên xêrnexwaz  û para xwe ji mirovahiyê negirtî bi çekan êrişi vê meşê kirin. Ev meş dibin pêşengiya xwendekaran de hatibu lidar xistin. Lê pîşti ku bi çekan êrişî zarokan hat kirin mamosta jî xwe avêt pêşiya guleyan û di encama vê êrîşêde mamosta Jiyana xwe ji dest da û çu şahadetê. Ev ambargo ne tenê li ser geliyê qiyametê bu, li ser herdu wargehan dihat meşandin.

Ev ambargo tenê xwe bi êrişên çekdarî  ranegirt, em hiştibûn di birçibunêde ji… Ji ber birçibunê em bi mirinê re rû bi ru hiştibûn. Ji bili goştê bê xwê û beruyan tiştek din tune bu. Ji ber van sedeman gelek zarokên biçûk û kesên ku temenên wan pir mezin ji birçan xwatir dixwestin û diçun mirinê .
Ji bo dayikên çav bi rondik giriyê zarokên xwe bisekininin, qaşaxaneyek te ji ava safi li ser agir didanin û ji zarokan re digot min ji were xwarin çêkiriye, di razandin û di gotin; 'dema ku xwarin çêbû ezê we ji xewê şiyar bikim.' Zarokên ne gihişti û nefêm ji birçan bi xewve diçun. Ji ber van êşan dayik her tim rondik dibarandin. Em her serê sibê ji xew şiyar dibûn, bi xwarina çend lib beru û hinek goştê bê xwê em diçun dibistanê. Ji ber ku em birçî bûn pariyek nanê hişk ê kû mişkan birî di kunên xwede, dema me di dit em gelek keyf xweş dibûn. Li di ji van zordariyan tevan me dev ji îradeya xwe berneda û me berxwedana xwe berdewam dikir. Ev jiyana bi êş 93`ê rojan berdewam kir. Dijminên hov û hêzên herêmî, ji bo em ji îrade û şehidên xwe dûr bikevin hemu hovîtiya xwe didan meşandin. Ji bo me teslim bigrin. Lê cardin li di ji vê berxwedaniyê bi ser ne ketin.
NY`yi xwestin herdu wargehan bikin yek. Ji wargeha geliyê qiyametê re gotin hûn nêzi çiyane bi PKK`ê re dinava dayin û standinêdene, divê hûn bên li Etroşê bi cîh bibin. Lê disa ew ambargoya xwe ya hovane rane kirin. Her çendi hatin û çûyina wan ji hebû, ji bo wargeha geliyê qiyametê biçin Etroşê... Ji ber ku me dît ku em herdu wargeh emê bibin yek dîsa me ev nêrîna wan di 1/11/1995`an de me pejirand. Her çend me ev nêrina wan pejirandibû ji le ev ambargo berdewam bû. Heya 23/11/1995`an de dema em dihatin Etroşê, li navbera herdu wargehan de wargehek ya ji bo jimartina şêniyê li wê derê bicih kiribun. Pişti ku em gihiştin Etroşê gelê li vir bi coş û pêşwaziyeki  mezin bi amadekariyeke mezin em pêşwazi kirin û pîşti 93`ê rojan me cara yekem bû ku dîsa me xwarin didit.

Erdal Ürek

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê


www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

  

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.