Dîrok û Jiyana Rêwîtiya Nedîyar Yan Jî Ji Bakur Ber Bi Başurve-1
Dizi Yazı / 02 Aralık 2010 Perşembe Saat 08:31
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Dema ez behsa rêwitiyê dikim, ez bahsa penaberî, koçberî û ji cih û warê bav û kalan derketinê dikim.

Dema ez behsa rêwitiyê dikim, ez bahsa penaberî, koçberî û ji cih û warê bav û kalan derketinê dikim.
Dema ez dirokê lêkolîn dikim , dibînim ku hertim liser gelê Kurd zilm û zordari hatiye meşandin.Yek ji van zordariyan ya herî qirêj, bi kuştin û girtinên dijwar û hovane yên ji salên 1990`ê û 94`ane .Ya dewleta hov û mijokdar ya TC`ê liser gelê Kurd dayi meşandin e. Ez ê vê dîrokê bi awayekî kurt vebêjim

 Di nava van salan da kuştinên kiryarên wan nediyar gihiştin asta herî jorîn û liser gelê Kurd cerdevanî hat ferzkirin, bi taybetî jî li herêma Botanê…  Dema gelê Kurd ev zext  û hovîtiyên dewletê ne pejirandin,dewleta hov ya Turkiyê dest avêt şewitandina gundan û kuştina mirovên sivil… Di  girtin, lêdan, û êşkenceyan de  zilam, jin û zarok ji hevdu cuda nedikirin. Digirtin eşkence dikirin û qetil dikirin. `` Ezê minakek ji van girtin û êşkenceyan bidim;  di sala 1991`ê  de bi behaneya destek daye rêxistinê  çawa dayika min  êşkence dikirin hê jî li ber çavên min zindi ye. Dema min û xwîşk û birayên xwe xwest ku nehêlin li dayika me bidin midurê Ewlehi yê navçeya Qilabanê yê bi navê Hesen qumsêr li hember me bû asteng û mîna hovan li me jî xist û qet ne got ev zarok in.`` Ev yek ji wan minakên zilma dewleta Turkiyê’ye. Ez dikarim bi dehan minakên weke vê yên dewleta Tirk liser gelê Kurd kiri bidim.

 Çawa kû dewleta barbar gundên heréma navçeya Qilabanê di şewitandin û didan ber topan, em di zarokatiya xwe de bûn şahidê van bûyeran. Dema di van salan de tangên dewleta hov û barbar ya Turkiyê gundê Ziravikê dan ber topan û 3 jê zarok û bi tevayi 5 kes bi topan qetil kirin û çend kes ji birindar bûn… Ev buyerên dilêş û xemgîn di zarokatiya me de ji me re bûn kîn û nefret û di bira me de man.

Ji ber van zilm û zordariyên dijwar yên dewleta TC`ê gelê Botanê  sala 1994`an neçarî koçberiyê bûn. Ji gundên herêma Botanê gundên mîna: Hilal, Mijin, Ziravik, Kadun, Delokan, Kalig, Nêrweh, Şirişê û ji navçeya Qilabanê ji gundê Piranm, Dêra hênê, Bileh û ji gundên derdora bajarê Şirnex û bajarê Colemêrgê, gundên weke; Gundikê Melê, Nerex, Şaxê, Gabar, Didêr, Oremar û ji navçeya Geverê û her weke din û ji gelek deverên din gelê Kurd gund û warê xwe berdan û koçberi  Başurê Kurdistanê bûn.

 Li Başurê Kurdistanê li heréma Behdinan li ser sînorê Bakur û Başur li devera Şeraniş û Bihêrê bi cih bûn. Li vê derê mina dû wargehan bi cih bûn. Ji ber ku penaber bûn Neteweyên Yekbuyi (NY )bi navê alikariya mirovahi hinek  alîkarî dan gelê Kurd...

 Lê dewleta barbar û hov xwe li vê kombûna gelê penaber negirt. Hertim bi hewayi êrişî gel dikir. Hertim em dinava tirs û fikaran de bûn.
 Lê li diji van êrîşan tevan vi gelî jiyanek nû dan avakirin. Ji bo zarokên wan fêri wêje û  çanda xwe bibin, di nava van mercên herî zor û dijwar de dest avêtin perwerdeya zimanê dayikê. Ne pênûs ne ji sernivîs, tiştekê me yê xwendinê tune bû, ji derveyî canê me û baweriya me zêdetir. Em her serê sibê bi dengê balafir û topan diçûn dibistanê .Êdi dengê balafiran ji me re weki zengila dibistanê lê hati bû.
 Ji bo em sitatuya xwe ya siyasi bi NY`yi bidin pejirandin di diroka 26/06/1994`an de li Zaxo’yê me dest bi rojî ya birçibûnê kir. Ev rojîya birçîbûnê 29 rojan berdewam kir. Di dawiyê de sitatuya me ya siyasi ji aliyê NY`ve hat pejirandin.

Pişti dewleta Tirkî bihîst ku NY`yi em weke penaberên siyasi pejirandine,ji nû ve liser wargeha me êrışên xwe zêde kirn. Heya liber bêriyê de bêrivanekê bi êrişên hewayi yên T.C`ê li ber çavên NY`yi jiyana xwe ji dest da .Pişti vê rewşê NY ji me re gotin: “ Em nikarin we biparêzin,ji ber ku hun liser sînor in  û cihê ku em we bibinê jî tune ye.” Hinek deverên ne ligori me jî, ji mere pêşniyar kirin. Ji ber vê zilm û zordariya TC û NY`yi me  cih û warê xwe berdan û dîsa ji em koçber bûn. 

Erdal Ürek

Navenda Lekolînen Stratejîk a Kurdistanê 

www.navendalekolin.com -www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info

   

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.