Tu Sedema Em Biçin Ji Artêşê re Leşkeriyê Bikin Tune'
Gençlik / 20 Ekim 2010 Çarşamba Saat 14:06
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Aktîvîstên Redkarên Wicdanî yên kurd, bagn li hemû ciwanên Tirkiyeyê kir û xwest ji bo dawî li kuştina ciwanan bê neçin leşkeriyê.

Aktîvîstên Redkarên Wicdanî yên kurd, bagn li hemû ciwanên Tirkiyeyê kir û xwest ji bo dawî li kuştina ciwanan bê neçin leşkeriyê. Aktîvîstê Redkarên Wîcdanî Savaş Hîndîoglu, bagn li ciwanan kir û xwest nebin şirîkê kuştina ciwanan û êşên dayikan. Hîndîoglu, anî ziman ku ji bo biçin leşkeriyê tu sedem tune ye.

Tevgêra Redkarên Wîcdanî yên Kurd, li Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê civîna çapemeniyê pêk anî. Tevgêra Redkaren Wîcdanî, diyar kirin ku tu sedema wan a ji artêşê re leşkeriyê bikin tune. Li ser navê Tevgêrê Savaş Hîndîoglu, axivî û diyar kir ku ji bo dawî li kuştina ciwanan bê û dayik bes bigrîn naçin leşkeriyê û wiha got: "Bi gotinên sorkirî şer pîroz dikin. Lê di şerde ciwan tên kuştin û dilê dayikan diêşin. Li Tirkiyeyê, ji ber pirsgirêka kurd şer bûye qada rantê. Divê êdî hikûmet ji feraseta yek ziman, yek çand, yek al û yek netew biqere. Divê dewlet dest ji feraseta mîlîtarîzmê berde. Kesên heta niha ji mere gotin biçin leşkeriyê gunde me şewitandin. Em sirgun kirin. Zarokên me bê war û mal mal man, travma derbas kirin. Ji bo em neçin leşkeriyê gelek sedemên me hene. Lê ji bo em biçin leşkeriyê tu sedem tune."

Hîndîoglu, bang li hemû ciwanên kurd û Tirkiyeyê kir û xwest ji bo xwîna birayê xwe nerjînin û xizmetê ji şer ne nekin neçin leşkeriyê. Hîndîoglu, xwest nebin şirîkê kuştinan û nebin şirikê sucê mirovahiyê."-DÎHA

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.