Em Jî Wekî Hemû Zarokên Cîhanê Zimanê Xwe Dixwazin
Kürdistan Tarihi ve Dili / 24 Eylül 2010 Cuma Saat 09:24
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Rojbîn Onay ya 13 salî daxuyaniyek di derbarê kampanyaya zimanê zikmankî ya TZP-Kurdî dayî destpêkirin de da û got; “Em jî weke hemû zarokên cîhanê,

Rojbîn Onay ya 13 salî daxuyaniyek di derbarê kampanyaya zimanê zikmankî ya TZP-Kurdî dayî destpêkirin de da û got; “Em jî weke hemû zarokên cîhanê, zimanê xwe yê zikmakî dixwazin”.

Rêxistina BDP’a Mêrdînê bi armanca piştgirî bide kampanyaya “Em zimanê xwe yê zikmakî dixwazin” ku TZP-Kurdî dayî destpêkirin li taxa Saraçoglu daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Serokê BDP’a Mêrdînê Alî Aslan, Serokê Şaxê Egitim-Senê Dogan Angan û gelek malbat û zarok amade bûn.

Rojbîn Gunay ya 13 salî bi navê bedarvanan daxuyaniya çapemeniyê xwend û diyar kir ku ew jî weke hemû zarokên cîhanê zimanê xwe yê zikmakî dixwazin û got; “Hevalno, dayîk û bavno, em jî dixwazin weke hemû zarokên li cîhanê bi zimanê xwe perwerdehiya xwe bibînin. Em dixwazin bi zimanê xwe welatê xwe û cîhanê binasin. Dema mirov ji dayîk dibe, mafê xwe wan jî bi wana re ji dayîk dibe. Bijî biratiya zimanan, bijî zimanê Kurdî”.-ANF

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info



Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.