Piştgiriya ji bo 'boykota dibistanan' pêl bi pêl berfireh dibe
Kürdistan Tarihi ve Dili / 19 Eylül 2010 Pazar Saat 13:58
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Kampanyaya "Boykota dibistanan" a TZP-Kurdî bi daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî da destpêkirin, ji rêxistinên civakî yên sivîl yên Şirnex, Cizîr, Riha û Êlihê piştgirî hatin.

Kampanyaya "Boykota dibistanan" a TZP-Kurdî bi daxwaza perwerdeya zimanê zikmakî da destpêkirin, ji rêxistinên civakî yên sivîl yên Şirnex, Cizîr, Riha û Êlihê piştgirî hatin.

Îro li gelek bajar û navçeyan piştgiriya bi boykotê re bi meş û çalakiyên cuda yên hatî li darxistin hat nîşandan. Ligorî vê bajar û navçeyên çalakî lê heyî evin:

ŞIRNEX

Plotforma Kedê ya Şirnexê, têkildarî biryara boykotê ya dibistanan a TZPKurdî, li avahiya Egîtîm Sen'ê daxuyaniyek da çapameniyê. Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê Serhat Ugur, diyar kir ku bi tunebûna her zimanekî nirxek ji xezîneya çanda mirovahî û dîrokê winda dibe. Ugur wiha got: "Polîtîkayên qedexeparêz li hemberî parastina ziman astengiyên herî mezin in. Lê windabûna her zimanekî, ne tenê windabûnek kes û gelê wî zimanî bi kar tîne ya hemû cîhanê ye." Ugur, destnîşan kir ku ziman ne tenê alava gihandinê ye û wiha axivî: "Her ziman, dîrok û çanda gel e."

Ugur, balkişand ser boykota dibistanan a TZPKurdî û wiha axivî: "Banga TZPKurdî balkêş e. Tedhît û hewildanên çewisandinê yên ji niha de hatine destpêkirin yên tirsandin û cezayên perayan, ne xizmetî demokrasiyê, xizmetî statukoyê dike. Yên difikirîn bi makekanûna nû dema fîşkirinê diqede, lazime ji bîr nekin ku girtina lîsteya kesên naçin dibistanan û daxwaza cezakirina wan jî cûreyek din ê fîşkirinê ye." Ugur, anî ziman ku "Ev çalakî bertekek bêîtîatiya sivîl û demokratîk e. Lazime peymanên boykota bi daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî derkeve baş bê xwendin.

CIZÎR

Meclîsa Jinan a Cizîrê jî li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Cizîrê civîna çapameniyê li dar xist. Li ser navê Meclîsa Jinan a Bajar Şerîfe Acar, daxuyanî xwend û balkişand ser berxwedana gelê kurd a li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê. Acar, anî ziman ku li hemberî zimanê kurdî her dem polîtîkayên qedexekirinê hatin meşandin lê polîtîkayên înkarê têk çûn.

Acar bang li malbtan kir ku di navbera 20 û 25'ê îlonê de wekî di boykota referandûmê di boykotkirina dibistanan de jî zarokên xwe neşînin dibistanan.

ÊLIH

Li Êlihê jî Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê yê Êlihê Salîh Erol bi daxuyaniyek nivîskî piştgirî da kampanyaya TZPKurdî. Erol, di daxuyaniyê de anî ziman ku daxwaza TZPKurdî mafekî demokratîk e û piştgiriyê didin kampanyaya boykota dibistanan.

RIHA

Endamên TZPKurdî li ber Dibistana Seretayî ya Cengîz Topelê têkildarî boykotê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de aktîvîstên TZPKurdî, endam û rêveberên BDP, MAZLUMDER, DYG, DOKH û KESK'ê amade bûn. Komê pankarta "Em ne bi dewlet û desthilatdariyê, bi xweseriya demokratîk ber bi perwerdehiya kurdî ve dimeşin" vekir û dowîzên "Zimanê me nasnama me ye", "Em bi xweseriya demokratîk dibistana azad ava dikin", "Emê tekoşîna xwe geş bikin û destdariya li ser ziman ji holê rakin" bilind kirin. Her wiha komê dirûşmeyên "Zimanê me rûmeta me ye" û "Bê ziman jiyan nabe" berz kirin.

Li ser navê komê Aktîvîstê TZPKurdî Osman Îzgor, daxuyanî xwend û anî ziman ku daxwaza wan a perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafekî demokratîk û rewa ye. Îzgor, da zanîn ku polîtîkayên AKP'ê yên înkar û îmhaya li ser ziman nayê qebûl kirin û dê li dijî vê yekê têbikoşin.

Komê piştî daxuyaniyê strana Aram Tîgran a "Zimanê Kurdî" bi hevre strîn. Piştî daxuyaniyê komek ciwan bi pankarta "Em ne bi dewlet û desthilatdariyê, bi xweseriya demokratîk ber bi perwerdehiya kurdî ve dimeşin" û dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê ziman jiyan nabe" û "Bê serok jiyan nabe" heta avahiya BDP'ê ya Rihayê meşiyan.-ANF

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

 

 

 

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.