Demîrtaş: Serokwezîr dibistanên li Tirkiyeyê boykot kirin û keça xwe li Amerîkayê da xwandin
Kürdistan Tarihi ve Dili / 17 Eylül 2010 Cuma Saat 13:32
12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bersiva Serokwezîr Erdogan a têkildarî kampanyaya TZPKurdi ya "Boykota dibistana" da û wiha got:

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bersiva Serokwezîr Erdogan a têkildarî kampanyaya TZPKurdi ya "Boykota dibistana" da û wiha got: "Serokwezîr berê ji ber azadiya baweriyê tuneye keça xwe ya bi turban dibistanên Tirkiyeyê boykot kir li Amerîkayê da xwandin. Niha Serokwezîr dibêje boykot sûce."

Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji bo ku lêkolînan têkildarî teqîna li Colemêrgê pêk hat û 10 kesan jiyana xwe ji dest da beriya ku biçe Colemêrgê, li Balafirgeha Wanê pirsên rojnamegeran bersivan. Demîrtaş, bersiva hikûmet û Serokwezîr a biryar TZPKurdî ya boykota dibistana da û wiha got: "Serokwezîr berê ji ber azadiya baweriyê tuneye keça xwe ya bi turban dibistanên Tirkiyeyê boykot kir li Amerîkayê da xwandin. Niha Serokwezîr dibêje boykot sûçe. Serokwezîr bi xwe gotibû 'Asîmîlasyon sucê mirovahiyêye' Biryara boykot biryara TZPKurdî ye. Em partî jî piştgiriyê didinê. Ji bo ku perwerdehiya zimanê zikmakî em piştgiriyê didinê. Serê wan ji xwe serê sedema navîn e. Her sal bi milyonan zarokên kurda di tezgahê asîmîlasyonê re derbas dikin. Serokwezîr keçe xwe rêkire Amerîkayê. Ez rêkim ku derê. Li tu cihên din perwerdehiya kurdî tuneye em dê li welatê xwe vê yekê bikin."-ANF

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net - www.lekolin.info

Parveke

TAGS(ETIKETLER):  

Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.