Kurd, Emerîka, Rus û peymana Veşartî
19 Nisan 2017 Çarşamba Saat 17:48
14 Punto 16 Punto 18 Punto 20 Punto
Adnan Mustafa
Di esasê xwe de, ger civînê Cinêv û Astana giştibana encamê û pirsgirêka Sûrî ji kok ve nîqaşkirina na û vîna gelê Kurd qebul bikirina ve lêqewmînên han çênedibûn. Helbete ev buyer ji nêz ve gelên herêmê eqleqeder dikin û yek ser bandorê dike.

Dewleta Turk bi tevî Rûsyayê ve ber bi pilanekê de diçin ku di derbarê avakirina hêzekî nû mîna mertala firatê û Turkiyê nav li wan kiriye ’’mertala Sahêl’’ û di vê pilanê de ew heremên weke gundewarê Idlib û Beb El Hewa û heya bi derya spî ji milê "Cebel ElKrad" ve hemî weke herêmên tampon tê de avabikin. Wateya vê pilanê ew ku rê li pêşiya pêşketinên Kurdan bigre pêşdixe.  Rêjîma Tirkiyê tu carî nehêlin firehiya erdên di bin kontrola hêzên QSDê de çê bibe, bi taybet piştî daxuyaniyê Rêdur Xelîl yên di derbarê hatina hêzên Rus a navçeya Cindirêsê û daxuyaniya Sîpan hemo ku got: "Ger hêzên navnetewî ji me bixwezin em dikarin gundewarê İdlib û İdlibê jî rizgar bikin". Tirkiyê û Rêjîma Faşist a Erdogan bi hemû hewldanên xwe astengkirina Kurdan û QSD'ê daye ber xwe.

Tirkiyê bi vê pilanê dixweze li şûna çekdarên Îslamî yên radîkal ên li parêzgeha Idlibê û gundewarê wê ve dimînin hêzê di bin kontrola xwe de bi cih bike. armanc ji vê yekê di êrîşeke ji aliyê QSD'ê ve were asteng kirin. çawa ku li herêma Ezaz, Cerablos û Babê kir dixweze li İdlibê jî bike. Erdogan di riya guhartina sîstema desthilatdariyê ber bi komariyê ve û guhertina dimigrafiya herêma Şehaba, meşruhiyeta xwe ya dagirkirina bakurê sûrî derbixe. Tiştê balkêş li hemberî vê siyaseta Tirkiyê ya Sûrî tu bertekên hêzên navnetewî çênebû ye. Hem Emrîka, hem jî Rus dixwezin li ser Tirkiyê serçemandina gelê herêma ji siyaseta xwe re bide qebul kirin.

Rus di vê derbarê de Tirkiyê weke mertal li hember Kurdan dide bi kar anînin. Bi lêdana Tirkiyê hêremên Şehaba û Herêma Efrînê,  Rus Kurdan mecbûrî xwe dike û bi vê yekê berê Kurda dide ku bi navbênkariya Rusan, Kurd bi rêjîmê re îtîfaq bike. di heman mijarê de Emerîkan jî li ser Tirkiyê de, dixweze hevsingiyeke di navbêra Kurdan û Tirkiyê de çêke û li ser vê hevsingiyê berê QSD'ê bide şerê bi rêjîmê re. Ev niyeta Emerîka û Rusiya dema bi pêşketinê rojane li ser erdê re, tê şîrove kirin, yek rastî û pirs dikeve hişê mirovan. Gelo ev xal ne lihevhatina Veşartî di navbêra Emerîka û Rusan de ye?.

Adnan Mustafa

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.lekolin.com - www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Parveke
Bu Yazıya Henüz Yorum Eklenmemiş.
Cemal Şerik
Gülnaz Ege
Cudî Şengal
Du gel û du rê

ARAMA